Pakistanê 2 firokeyên Hindistanê xistin xwarê
Peyvdarê Wezareta Bergîriyê ya Pakistanê General Asif Xefor di konferanseke rojnamevanî de ragihand, du firokeyên Hindistanê esmanê Pakistanê derbas kirin û ew her du firoke hatin jinabirin û 2 firokvan dîl hatin girtin.
Pêştir ajansa “Reuters” belav kiribû, 2 firokvan û kesekî sivîl ên Hindî ji encama ketina firokeyekê li beşa Hindî ji herêma Keşmîrê.
Rueterzê dabû xuyakirin, 3 firokeyên şer ên Pakistanî derbasî esmanê beşa Hindî ya herêma Keşmîrê bûn, lê firokeyên Hindî rûbirûyî wan bûn û ew neçar kirin vegerin.
Pêştir jî hat ragihandin, 5 leşkerên Hindî bi guleyên ji aliyê Pakistanê ve hatibûn avêtin birîndar bûbûn û artêşa Hindistanê bersiva jêdera guleyan da û 5 xalên sînorî yên Pakistanê jinav birin.
Alozî ji duhî ve li ser sînorê Pakistan û Hindistanê derketiye, bi taybet piştî ku firokeyên Hindistanê leşkergeha rêxistina “Ceyş Mihemed” li nava xaka Pakistanê bombebaran kir û 300 kes li wê leşkergehê hatin kuştin.
