D. Roj Nûrî Şaweys: Dem hatîye YNK seredana PDKê bike
Endamê Polîtburoya PDKê Roj Nûrî Şaweys derbarê nakokiyên di navbera PDK û YNKê de got: “Xala nakok, rewşa Kerkûkê ye. Ew dibêjin heger parêzgarek ji Kerkûkê re danîn, rewşa Kerkûkê asayî dibe. Em jî dibêjin, heger hikûmeta Kurd hebe û Kurd yek be û bi hev re fişarê li ser Bexdayê bikin û heger desthilat ji parêzgar re hebe, rewşa Kerkûkê asayî dibe.”
Herwiha got: “PDK di dema bûrî de çendîn caran serdana Silêmaniyê kir û bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Tevgera Goranê re civiya, naha em li bendê ne ew bên serdana baregehên me bikin û pirsan bi hev re guftûgo bikin û bigihin rêkeftinê.”
Waar.tv
