• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî li gel şandeke partiya komonîst ya Çînê civiya

Gulan Media February 13, 2023 Nûçe
Serok Barzanî li gel şandeke partiya komonîst ya Çînê civiya

Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Komara Çînê kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya şandeke partiya komonîst ya Çînê bi Serokatiya Cîgirê wezîr bo karûbarên navnetewî Jo Rui û ji her yek ji balyozê Çînê yê li Bexdayê Cui Wei, Konsulusê Çînê yê li Hewlêrê Liu Xin û hijmareke din rayedar, dîplomat û şêwirmendên Çînî pêk hatibû.

Di civînê de şanda mêwan behsa siyaset û nêrînên partiya komonîst ya Çînê derbarê rewş û pêşhatên cîhan û rewşa navxwe ya Çînê de kir û balkêşande ser xalên hevbeş yên di navbera partiya komonîst ya Çînê û partiya demokrat ya Kurdistanê û daxwaza pêşde birina têkiliyan di navbera her du aliyan de bi taybetî di warê veguhastina ezmûna îdarî, hikumranî, îdar û bazirganî de kir.

Serok Barzanî jî xirmî bixêr hatin kirina şanda mêwan behsa têkiliyên dîrokî yên di navbera PDK û PKÇ kir û tekez li ser vê yekê kir ku, PDK û PKÇ bi hêz û resenatiya xwe ya girseyî karîne di rêya xebatên xwe de astengiyan derbas bikin û serkeftin bidest bixin.

Serok Barzanî piştîvaniya xwe jî bo berfiretir kirina têkiliyên navbera Kurdistan û Çînê diyar kir û hêviya vê yekê jî xwest ku, PDK û PKÇ jî bo vê yekê mekanîzmayên goncaw amade bikin.

Top