• Sunday, 15 February 2026
logo

Trump û Kîm Juang civiyan

Gulan Media February 28, 2019 Nûçe
 Trump û Kîm Juang civiyan
roja çarşemê hevdîtineka dîrokî di navbera serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un de, li Hanoi paytexta Vîetnamê bi şêwek fermî pêk hat.

Trump di de baweriya xwe ya li ser hilcivînê anî ziman û got, ez di wê baweriyê de me ku civîna li gel Kim dê gelek biserkeftî be. Herwiha Kim jî got, ew piştraste ku vê carê bigihên encamê.

Kim Jong Un di axaftina xwe ya arastey Donald Trump kir got: Ez di wê baweriyê de me ku em ê vê carê encama bidest bixin."

Herwiha Kim jî got ya ku ji dest min bihê, ji bo bicî anîna encaman ezê bikim. Serok Trump û Serokê Koreya Bakur Kim li dema destpêkirina civînê duyem bi rûyekî geşbîn xweya dikirin, piştî 8 mehan ji civîna Singapore niha li Hanoi bo cara duyem herdu serok dicivin.

Tê çaverêkirin Trump û Kîm Juang un sibehê jî çend civînên din encam bidin. Berîya ku herdu serok axiftina pêşiyê bikin, li hotêleke faxir li navenda bajarê Hanoi li hember kenalên mediya Koreya Bakur û Amerîkî destên hevdu hijandin û silav li hevdu kirin.

Washington ji Pyongyang daxwaz dike ku cebilxaneya xwe ya çekê navokî jinav bibe li hember hilandina sizayên ku Amerîka li ser Koreya Bakur danîne. Lê ji dema encamdana hilcivîna yekê di navbera herdu serokan de berî 8 mehan li Singapore pêşketinên berçav pêk neahtine.

Bas
Top