• Friday, 20 February 2026
logo

Piştî 160 demjimêran zarokek 10 salî li Semsûrê hat rizgarkirin

Gulan Media February 13, 2023 Nûçe
Piştî 160 demjimêran zarokek 10 salî li Semsûrê hat rizgarkirin

Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê piştî 160 demjimêran zarokek 10 salî ji bin kavilên avahiyeke hilweşiyayî hat rizgarkirin

Kar û xebatên lêgerîn û rizgarkirina welatiyên ji ber erdheja 6ê Sibata 2023an di bin kavilên avahiyên herifî de mane berdewam in.

Roja Yekşemê 12ê Sibata 2023an tîmên lêgerîn û rizgakirinê li Semsûrê di roja 7emên a erdhejê de zarokek rizgarkirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, tîmên rizgarkirinê piştî hewldaneke zêde karîne zarokeka 10 salî ya bi navê Aysima Baltacî 160 demjimêran piştî erdhejê ji bin kavilên avahiyeke herifî bi birîndarî rizgar bikin.

Zaroka 10 salî piştî ku ji bin kavilan hat derxistin, bi ambulansê bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

 

 

Rudaw

Top