Serokkomarê Iraqê û şanda Herêma Kurdistanê civiyan
Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd li Bexdayê pêşwaziya şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed û şanda pê re kir.
Ofîsa Serokkomariya Iraqê Letîf Reşîd di daxuyaniyekê de ragihand, Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd pêşwaziya şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed kir.
Her du aliyan tekezî li ser yekkirina hewlên hêzên Iraqî bo rûbirûbûna li dijî DAIŞê kirin.
Serokomarê Iraqê tekezî li ser berdewamiya gotûbêj û hemahengiya di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo gihiştina rêkeftinekê ji bo çareserkirina kêşeyên hilawîstî li gor destûrê û parastina berjewendiyên neteweyî kir.
Letîf Reşîd tekez kir, ku Iraqî li benda mafên xwe yên girîng in, wek pesendkirina bûdce û yasaya petrol û gazê, ku rasterast bi jiyana xelkê ve girêdayî ne.
Serokomarê Iraqê her wiha tekez li ser wê yekê jî kir ku hem Hikûmeta Herêma Kurdistanê hem jî Hikûmeta Iraqê dixwazin pirsgirêkên xwe çareser bikin.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed got ku Hewlêr bi ciddî ye bo çareserkirina kêşeyên xwe yên ligel Bexdayê û rêkeftin û çareseriyeke radîkal ji bo pirsgirêkan.
Wezîrê Nvxwe Rêber Ehmed daye zanîn ku, têkeliyên li gel Bexdayê gelek baş in û pesna helwêstên Serokkomarê Iraqê bo nêzîkkirina Bexda û Hewlêrê da.
Basnews
