Erdogan ligel hin serokeşîrên kurd civiya
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Enqerê ligel hin serokeşîr û rûsipiyên kurd civiya. Ajansa Ligor nûçeya AAyê Erdogan di civînê de gotiye: “Heke em çok vedin yên ku hewl didin ji bo hemû mirovan bi hevdu bidin kuştin her roj lîstikên nû dikin, wê cejnê bikin.”
Herwiha Erdogan gotiye: “Heke em rastî astengiyan werin ji Ewropayê heta Amerîkayê dijminên Îslamê yên ku xurt dibin li hemû Rojavayê wê neyên kontrolkrin. Heyamên hilbijartinê ew heyam in ku êrîşên li hemberî yekîtî û hevrabûna gel û welatê me zêdetir dibin. Beriya 31ê Adarê jî dîsa em dibînin ku ev lîstik tên lîstin. Dema em rewşa îttifaqan dinêrin em bi eşkere dikarin vê tesbît bikin.”
Basnews
