• Sunday, 15 February 2026
logo

Nîşangirê Kurd behsa çawaniya kuştina 250 çekdarên DAIŞî dike

Gulan Media February 28, 2019 Nûçe
Nîşangirê Kurd behsa çawaniya kuştina 250 çekdarên DAIŞî dike
Nîşangirê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Azad Cûdî, di pirtûka xwe ya bi navê “Ji dûr ve lêdan – Çîroka hundurîn a nîşangirên dûravêj ên li dij DAIŞê şer dikin” de hûrgiliyên şerê Kobanî yê li dijî DAIŞê vedibêje.



Rêxistina DAIŞê, di havîna 2014an de bi hêzeke 10 hezar kesî ku bi çekên ji artêşên Iraq û Sûriyê bi dest xistibûn, Kobanî dorpêç kiribû û êrîşên xwe zêde kiribû. Li Kobanî 2 hezar 500 endamên YPGê û xwebexş, li dijî vê dorpêç û êrîşê, bi çekên sivik li ber xwe dabûn..



Yek ji ew kesên xwebexş ê nîşangir Azad Cûdî, di pirtûka xwe ya bi navê “Ji dûr ve lêdan – Çîroka hundurîn a nîşangirên dûravêj ên li dij DAIŞê şer dikin” de şerê man û nemanê yê 17 nîşangirên YPGyî vedibêje.



Azad di pirtûkê de dibêje: “Tekane rêya şikandina vê êrîşa mezin ev e: “Divê kesên dijmin yek bi yek bêne kuştin.”



“Min 250 DAIŞî kuştin”



Azad Cûdî, piştî ku vedigere Ewropayê, pirtûka “Ji dûr ve lêdan – Çîroka hundurîn a nîşangirên dûravêj ên li dij DAIŞê şer dikin” dinivîse. Azad Cûdî, di pirtûka xwe de dibêje: “Li Kobanî, ji bo em çavdêriya DAIŞiyan bikin da ku wan bikujin, me di hundurê malan de qul çêkirin.” Azad, vê angaştê jî dike ku wî 250 endamên DAIŞê kuştiye.



Graeme Wood: Dibe ku rast be



Rojnamegerê Kanadayî Graeme Wood, di nivîsa xwe ya derbarê pirtûkê de, ku di The Wall Street Journalê de hatiye belavkirin, dibêje: “Ev hejmara ku Azad qala wê dike pir zêde ye, lê belê dibe ku rast be. Çimkî hatiye piştrastkirin ku endamê Beşa Operasyonên Taybet a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê Ceris Kill jî di vî şerî de 160 DAIŞî kuştine.”



Wood, di nivîsa xwe de di derbarê pirtûkê de jî aniye ziman ku pirtûk bi zimanekî sade û herikbar hatiye nivîsîn û nivîskarê pirtûkê heta ji dest hatiye metaforan bi kar neaniye.



Nivîskarê Wall Street Journalê Graeme Wood her wiha di nivîsa xwe de rexneya ‘Zêde Ocalanîst e’ li Azad Cûdî kiriye û gotiye ku tekane lawaziya vê pirtûkê ev yek e.



“Piştî perwerdehiya demjimêrikê ez bûme nîşangir”



Azad Cûdî, di pirtûkê de dide zanîn ku ew piştî perwerdehiya 1 demjimêrî bûye nîşangir û di nav şer de wî roj bi roj pisporiya xwe zêdetir kiriye.



Azad, di pirtûkê de hemû hurgulî û taybetiyên çeka M82 a sûîqastê vedibêje û diyar dike ku piştî demekê, kuştin û dîmenên mirinê ji bo mirov wek tiştên asan tê.



“Di rûyê dijmin de tirs tunebû”



Nîşangirê Rojhilatî Azad Cûdî, di pirtûkê de her wiha dinivîse ku bi saya dûrbîna xurt a li ser çeka M82ê, wî bi awayekî zelal, dîmenê rijiyana xwîna DAIŞiyên ku ew kuştine û wiha berdewam dike:



“Di pevçûnekê de, li pêşberê min DAIŞiyekî hebû. Min du gule berî sînga wî dan lê di dûrbînê de rûyê wî li ber çavê min bû. Di rûyê wî dijminî de tirs tunebû. Li wê derê min dît ku dijminê min ji bo armanca xwe tirs têk biriye. Dûre min guleya dawî êi eniya wî da.”



Azad, diyar dike ku ew ji ber ev çend dijminê xwe kuştine xwe serfiraz nabîne û dibêje: “Gellek caran ji min dipirsîn ‘Te qet dijmin kuştin an na?’ Lê belê min carekê jî bersiva vê pirsê nedaye, lewre tenê mirovên lawaz bi kuştina mirovan serfiraz dibin.”



Azad Cûdî kî ye?



Azad Cûdî, 10 sal beriya şerê Kobanî, di 19 saliya xwe de, bi zorî leşkeriya Îranê dike. Dûre têdigihîje ku egerî heye, rojekê ew bêçar bihêlin ku çeka destê xwe li dijî gelê xwe bi kar bîne û biryar dide ku ji artêşa Îranê bireve. Azad, biryara xwe pêk tîne û xwe digihîne Brîtanyayê. Di 2013an de, piştî ku şerê li Sûriyê rû dide diçe Rojava û tevlî YPGê dibe.

Rudaw
Top