Almanya, vîze dayîna mexdûrên erdhejê de asankariyê dike
Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ragehand, ji bo mexdûrên erdhejê bi asanî bikarin vîze wergirin amadekarî kirine û diyar kir: Armanc ew e rêkarên wergirtina vîze ji rewşa bûrokratîk bê derxistin e.
Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock ragehand, ji ber erdheja li Gurgum a Bakurê Kurdistanê û bandor li Tirkiye û Sûriyê kir û ew kesên ku ji erdhejê bandor bûne, ji bo bikaribin biçin Almanyayê di dayîna vîze de ji bo asankarî çêbibe tevdîr hatine wergirtin. Annalena Baerbock li ser tora xwe ya civakî Twitterê de ragehand, welatiyên Tirk û Sûrî ku li Almanyayê jiyan dikin, ew merivên wan ên ji erdhejê bandor bûne, ji bo wan cîh û pêwîstiyên çareser kirina bijîşkî, dikarin bi awayekî demkî ji bo bînin gel xwe em dixwazin alîkariya wan bikin.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolu jî Annalena Baerbock ragehandiye: Wezareta Derve û Navxwe ya Almanyayê vê derbarê de dest bi kar kiriye. Armanc ew kesên ku ji erdhejê bandor bûne ji bo wan karûbarên wergirtina vîze ji bûrokratîkbûnê derxistine. Ji ber wê jî me li Tirkiyê endamên xwe yên li ser kar zêde kirin.
Ji aliyê din ve Wezîra Navxwe ya Almanya Nancy Faeser jî ragehandiye, Tirk û Sûrî yên ku meriv û kesên wan li erdhejê bandor bûne dikarin wan kesûkarên xwe ji bo 3 mehan bînin Almanya û ji bo wê jî plan kirine ku di dayîna vîze de asankariyê bikin.
Rudaw
