Rojnameger Têmûrê Xelîl: PYD piştevanê rejima Sûriyê ye
Niviskar, rojnameger û rewşenbîrê naskirî yê kurd Têmûrê Xelîl derbarê rewşa siyasî li Rojavayê Kurdistanê ji malpera rojevakurdê re axivîye.
Xêlîl derbarê piştevaniya hêzên Amerîka li PYDê û YPGê gotiye: “Hêzên emerîkî bi xurtî alîkarîya PYD dikirin, bi şertê ku ew dostanîya rêjîmê neke û xwe perçekî PKK nebîne. Lê PYD bi zanebûn him piştgirîya xwe a bi desthilatê ra berdewam kir, him jî roja ku alîkarî ji amerîkîyan distend, roja dinê bi wêneyê Apo û alaya apoçîyan derdikete kolanên bajarên Rojavayê Kurdistanê. Helbet, di rewşeke ha da rojek ji rojan amerîkî wê dest ji piştgirîya kurdan bikişînin, belkî êdî kişandibin jî.”
Herwiha di berdewamiya hevpeyvînê de Xelîl danûstendina PYDê û rejimê bi bîrxistiye û gotiye: “Tiştekî eşkere ye, ku hema di destpêka şoreşa Sûrîyê da li sala 2011an, dema ereb rabûn dijî desthilata welatê xwe, li Sûriyê yên pişta rêjîmê sekinîn di cihanê da tenê PYD bû. Ango, rêxistinek a kurdî ye, rêxistina din jî apoyî ye, ku heta îro xêrek bo kurdan nekirîye.”
Basnews
