Cemîl Bayik: Divê çalakiyên gireva birçîbûnê berdewam bikin
Cemîl Bayik ji medyaya PKKê re axivî û got “Lazim e têkiliyên xwe bi hevalên zindanan re xurttir bikin. Dikarin biçin ber deriyê zindanan, bimeşin, kom bibin, çalakiyan bikin. Ev malbat lazim e xîtabî civakê, hêzên demokrasiyê û sosyalîst, humanîst, saziyên mafên mirovan bikin. Li ser wî esasî lazim e malbat nesekinin. Her dem di kar û xebatan de bin. Ya ku ji wan tê xwestin, xwedîderketina li xwe û li zarokên xwe ye.”
Parlementera HDPê ya Colemergê Leyla Guvenê bo rabûna tecrîda liser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan zêdetir ji 110 roj e di greva birçîbûnê de ye. Herwiha di zêdetir 35 zindanên Tirkiyê de bi dehan girtiyên siyasî yên PKKê di grevêb birçîbûnê de ne.
Basnews
