• Friday, 20 February 2026
logo

Demirtaş: Erdogan li benda lêborînê ye, ez lêborînê dixwazim

Gulan Media February 12, 2023 Nûçe
Demirtaş: Erdogan li benda lêborînê ye, ez lêborînê dixwazim

 Selahattin Demirtaş di daxuyaniya xwe ya li ser erdheja Mereşê de diyar kir ku Erdogan erdhejê wek planeke li dijî xwe dibîne û li hêviya lêborînê ye û got “Xwişk û birayên hêja, ez lêborîna xwe dixwazim, ji ber ku me nekarî we ji vê zihniyeta ku mîna mafyayê dest danîne ser welat, rizgar bikin.”

Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, li ser hesabê xwe yê Twîtterê erdhejê nirxand.

Demirtaş got “Nîvê welatê ku ev 21 sal in bi tena serê xwe îdare dikin, wêran bûye, ne şerm û ne jî eyb li rûyê wan maye. Her wiha, ji bilî xwe her kesî berpirsyar dibînin û heqaret û tehdîdan dikin.”

“Erdogan li hêviya lêborînê ye”

Demîrtaş diyarkir ku Erdogan ji bo erdhejê li bendê ye ku lêborîn jê bê xwestin û wiha dibêje “Erdogan erdhejê wek komployeke li dijî xwe dibîne û ez wisa difikirim ku ew hêvî dike ku em hemû ji bo vê ji wî lêborînê bixwazin.”

“Ez lêborînê dixwazim”

Demîrtaş amaje bi desthilata Tirkiyê kir û dibêje “Xwişk û birayên hêja ez lêborînê dixwazim. Ji ber ku me nekarî we ji vê zihniyeta ku mîna mafyayê dest danîne ser welat rizgar bikin, ez wek siyasetmedarekî lêborînê dixwazim û ez soz didim ku kêmasiyên xwe temam bikin.”

 

Rudaw

Top