• Sunday, 15 February 2026
logo

CHP: Pirsa Kurdî li Tirkiye heye û divê were çareserkirin

Gulan Media February 27, 2019 Nûçe
CHP: Pirsa Kurdî li Tirkiye heye û divê were çareserkirin
Partiya Gel a Komarê (CHP) bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan dide û radigihîne, Li Tirkiyê pirsa Kurdî heye û divê were çareserkirin.

Cigîrê Serokê Firaksiyona CHPê Engîn Altay û dibêje, pirsa Kurdî û pirsa PKKê 2 pirsên ji hev cûda ne. Divê hikûmeta Tirkiyeyê li dijî PKKê şer bike. Lê pirsa Kurdî jî rastiyeke Tirkiyeyê ye û divê were çareserkirin.

Engîn Altay got jî, nabe hikûmeta Tirkiyê ji ber hincetên ewlekariyê maf û azadiyên welatiyên xwe binpê bike.

Ev daxuyaniya Engîn Altay di demek wisa belav dibe, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje li Tirkiyê pirsa Kurd û herêmek bi navê Kurdistan tune ye.

K24
Top