• Friday, 20 February 2026
logo

Yekem tîmên alîkariyê yên geheştin Tirkiyê, tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn

Gulan Media February 11, 2023 Nûçe
Yekem tîmên alîkariyê yên geheştin Tirkiyê, tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn

Berpirsê beşa hewarçûna lez a 122yê li tenduristiya Duhokê diyar kir: ‘’Yekem tîmên ku çûn Tirkiyê bo rizgar kirin û alîkariya xelkê mexdûrên erdhejê, tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn. Me karî hejmarekî zêde ya birîndaran çareser bikin û gelek termên qurbaniyan jî hatin derxistin û veguhestin.’’

Berpirsê hewarçûna bilez 122yê yê Tenduristiya parêzgeha Duhokê Heysem Ebdî ku naha li Tirkiyê li gel tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê alîkariyê pêşkeş dike ji BasNewsê re ragehand: ‘’Naha li bajarê Îslahiye ya ser bi Dîlokê em kar dikin ji bo rizgar kirin û çareseriya birîndaran. Yekem tîma ku çûye Tirkiyê bo rizgar kirin û alîkariya xelkê mexdûrên erdhejê, tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn. Em zû geheştine Tirkiyê û demildest tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest bi alîkariya xelkê mexdûrên erdhejê kir. Heta naha 3 kes bi saxî ji bin kavil û xirbeyan hatine derxistin. Rewşa wan başe, gelek birîndar jî hene hatine çareser kirin û gelek termên miriyan jî hatine dîtin û veguhestin, bi rêya tîmên hewarçûna 122 ve û em berdewam hewkariya xelkê mexdûr dikin.’’

Herwaha got: Hemû tîmên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî berdewamin ji bo rizgar kirin û çareseriya birîndaran û dabîn kirina hewkariyê ji bo xelkê lêqewmayî û gelek birîndar hatine çareser kirin, ku gelek kes destên wan şikestine, hin kes hebûn serê wan şikestibû, hin kes lingên wan şikestibûn û xelkekî zêde yê birîndar heye ji bo wan jî berdewam çareserî hatiye kirin û em berdewamin li ser karê xwe yê li Tirkiyê.

 

Basnews

Top