Înce: Ez difikirim tenê li Islahiyeyê 20 hezar mirî hebin
Serokê Partiya Memleket Muharem Înce ragihand ku medya Tirkiyê behsa wê dike ku derdora 20 hezar kesan di erdhejê de cane xwe ji dest dane, lê hejmar zêdetir e û got “Ez difikirim tenê li navçeya Islahiye ya Dîlokê 20 hezar mirî hebin.”
Serokê Partiya Memleket îro roja Şemiyê 11ê Sibata 2023an li bajarê Hatay yê Tirkiyê jî derbarê amarên qurbaniyên erdhejê de axivî.
Her îro Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) roja 11ê Sibata 2023an ragihand hejmara ew kesên ku di erdhejê de canê xwe ji dest dane gihiştiye 20 hezar û 665 kesan û 80 hezar û 88 kes birîndar in. Lê Înce got amar gelek ji wan amaran zêdetir in ku medyaya tirkiyê behsa wê dike û got:” Ez difikirim tenê li navçeya Islahiye ya Dîlokê 20 hezar mirî hebin.”
Muharrem Înce dibêje “Ev 25 demjimêr in em di rê de ne û niha li Antakyayê ne. Her der perîşan e. ti avahiyeke saxlem nîne. Niha mixabin li Tirkiyê medya behsa 20 hezar miriyan dike. Ez difikirim ku tenê li navçeya Islahiye ya Dîlokê 20 hezar mirî hebin. Heta ku ev medya hebe aramî bo me nîne.”
Rudaw
