• Friday, 20 February 2026
logo

Kolberekî din yê Kurd hate qetil kirin

Gulan Media February 11, 2023 Nûçe
Kolberekî din yê Kurd hate qetil kirin

Ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve duhê bişev hatiye kuştin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, şeva derbasbûyî hêzên çekdar yên rejîma Îranê li sînorê bajarê Serdeşt ya li Rojhilatê Kurdistanê, êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.

Di encama êrîşa han de Kolberekî Kurd Husên Mihemedî ku, bavê du zarokane, hatiye kuştin.

Piştî çend seatan ji vê bûyerê, termî wî bo nexweşxaneya Serdeştê hatiye veguhastin.

Top