• Sunday, 15 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li serokê berê yê Fransa François Hollande kir

Gulan Media February 27, 2019 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li serokê berê yê Fransa François Hollande kir
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li serokê berê yê Fransa François Hollande kir.

Di hevdîtinê de François Hollande behsa serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê di destpêka şerê DAIŞê de û çûna ligel Serok Barzanî bo bereyên şer kir û destxweşî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge kir ji bo hewandin û parastin hejmareke mezin a koçber û penaberan kir.

Herwih tekezî li girîngiya hevahengiya di navbera civaka navdewletî , Iraq û Herêma Kurdistanê kir bo dabînkirina xizmetguzariyên pêwîst ji navçeyên ziyanan dîtine re.

Ji aliyê xwe ve, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya wê serdanê û dostayetiya wî û hevkariya berdewam a Fransayê bo Herêma Kurdistanê di demên dijwar de kir û rola Fransayê ji bo rakirina dorpêça siyasî û dîplomasî li ser Herêma Kurdistanê bilind nirxand.

Herwiha amaje bi pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û çareserkirina beşek ji pirsgirêkan kir û piştevaniya Herêma Kurdistanê ji hikûmeta Adil Ebdilmehdî û çareserkirina pirsgirêkan di riya guftûgoyan dupat kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa wê yekê jî kir, ku metirsiyên serîhildana DAIŞê heye û di wê derbarê de niha hevahengiya di navbera artêşa Iraqê û Pêşmerge de heye, bi armanca dîtina mîkanîzmekê rûbirûbûna metirsiyan. Herwiha Hewlêr û Bexda di çend warên din de ji bo çareserkirina pirsgirêkan di guftûgoyan de ne.

Waar.tv
Top