• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Nivîskarên Kurd roleke girîng û dîrokî di pêşxistina ziman, wêje û çanda Kurdî de lîstiye

Gulan Media February 10, 2023 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Yekîtiya Nivîskarên Kurd roleke girîng û dîrokî di pêşxistina ziman, wêje û çanda Kurdî de lîstiye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 53 saliya damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd, peyamek pîrozbahiyê arasteyî tevahiya nivîskar û edîbên Kurdistanê kir û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji wan re xwast.

Di peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî de hat, “Yekîtiya Nivîskarên Kurd, di astên cuda yên têkoşîna gelê Kurdistanê de, di pêşxistina ziman, wêje û çanda Kurdî de roleke girîng û dîrokî lîstiye û her dem bergirî di ber mafên gelê kurdistanê de kiriye.

Bi vê boneyê, bi rêz û pêzanîneke mezin em li têkoşîna geş a Yekîtiya Nivîskaran, nivîskar û rewşenbîrên welatparêz ên Kurdistanê dinêrin û em hêvîdar in ku ew li ser xizmetkirina zêdetir a prosesa kulturî û geşkirina ziman û wêjeya Kurdî û pêkvejiyana aştîyane ya di navbera pêkhatên cuda yên Herêma Kurdistanê de berdewam bin û di vî warî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî weke her carê Dê piştgiriya wan bike.

Silav bo giyanê pak ê nivîskarên şehîd û tevahiya şehîdên gelê Kurdistanê.”

 

Basnews

Top