• Friday, 20 February 2026
logo

ERDHEJA MEREŞÊ: 20 hezar û 213 kesan canê xwe ji dest dane

Gulan Media February 10, 2023 Nûçe
ERDHEJA MEREŞÊ: 20 hezar û 213 kesan canê xwe ji dest dane

Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyê Fahrettîn Koca îro di demjimêr 21:42an de ragihand ku hejmara kesên ku di erdheja Bakurê Kurdistan û Tirkiyê de canê xwe ji dest dane gihîştiye 20 hezar û 213 kesan û hejmara birîndaran jî bo 80 hezar û 52 kesan zêde bûye.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî li Meletî ya Bakurê Kurdistanê ragihandibû ku di erhejê de 19 hezar û 388 kesan canê xwe ji dest dane û 77 hezar û 711 kes jî birîndar bûne.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê kurdistanê ku ji ber erdhejê zirareke gelek mezin dîtiye axivî.

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi pileyên 7.6 û 7.7 10 parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, her wiha Rojavayê Kurdistanê Sûriye hejand û li wan parêzgehan bû sedema mirin û  birîndarbûna bi hezaran kesan.

Erdogan da zanîn ku hejmara kesên ku ji derhejê de cane xwe ji dest dane gihîştine 19 hezar û 388 kesan û û 77 hezar û 711 kes jî birîndar bûne.

Em ê 5 hezar lîre alîkariya kirê bidin

Erdogan li Meletiyê her wiha kesên ku malên wan hilweşiyane anî ziman, “Me ji bo xebatan 100 milyar lire veqetand. Em ê 5 hezar lire alîkariya kirê bidin kesên xwedî xanî û 2 hezar lîreyî jî bidin kesên ku kirêdar in. Piştî xebatên rakirina kavilan em ê dest bi xebatên înşaetê bikin.”

Serokomarê Tirkiyê Erdogan diyar kir ku li Semsûrê 1944 avahî hilweşiyane û 3 hezar û 225 welatiyan canê xwe ji dest dane û 12 hezar û 432 kes jî bi birîndarî hatine rizgarkirin.

Li aliyê din Erdogan di axavtina xwe ya li Semsûrê de gotibû, “Em dê salekê ji welatiyên li herêmên erdhejê yan jî li dervayê erdhejê dijîn, kirê wernegirin. Em xwe amade dikin perê malbarkirinê jî di nav de serê her malbatekê 15 hezar lîre bidin. Rêyên Asmanî ya Tirk dê bê pere welatiyan vediguhezîne.”

Herwiha Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku 94 welat ji bo erdhejê alîkariya Tirkiyê dikin.

Li gorî daxuyaniya AFADê, piştî erdhejên ku navenda wan li Mereşê bûn, heta niha 1330 erdhejên biçûk pêk hatine.

Erdheja ku navenda wê Mereş a Bakurê Kurdistanê bû bandor li bajarên wek Dîlok, Riha, Amed, Edene, Semsûr, Osmaniye, Hatay, Kilîs, Meletî û Xarpêt jî kir.

Di roja çaremîn a erdhejê de li parêzgehên Riha û Kilîsê yên Bakurê Kurdistanê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî hatin. Lê li 8 parêzgehên din kar û xebat berdewam e û her diçe hêviya rizgarkirina qurbaniyan kêm dibe.

9ê Sibata 2023an tezkereya Serokkomariyê ya derbarê ragihandina Rewşa Awarte de bo 3 mehan li 10 parêzgehên ku erdhej li wan çêbûye li Parlamentoya Tirkiyê hat qebûlkirin.

Li herêma erhejê zêdetirî 120 hezar karmendên lêgerîn û rizgarkirinê yên AFAD, PAK, JAK, JOAK, DÎSAK, Ewlehiya Peravê, DAK, Hawarçûn, MEB, rêxistinên sivîl û ekîbên navneteweyî dixebitin. Hejmara karmendên lêgerîn û xilaskirinê yên ji welatên din 6 hezar û 479 in.

 

Rudaw

 

Top