• Sunday, 15 February 2026
logo

Şandeke Amerîkayê ji bo gotûbêjkirina vekişîna ji Sûriyê serdana Tirkiyê dike

Gulan Media February 26, 2019 Nûçe
Şandeke Amerîkayê ji bo gotûbêjkirina vekişîna ji Sûriyê serdana Tirkiyê dike
Şandeke Amerîkayê dê roja pêncşemê 28ê Sibatê serdana Enqere ya paytexta Tirkiyê bike û li ser vekişîna leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê û mijarên din ên girêdayî rewşa Sûriyê, bi rayedarên Tirkiyê re gotûbêjan bike.



Li gor agahiyan, Hêza Erkê ya ku bi hevbeşiya Amerîka û Tirkiyê û bi armanca hevahengiya vekişîna leşkerên Amerîkî ji Sûriyê hatibû damezrandin, dê di 28ê Sibatê de li Enqerê duyem civîna xwe pêk bîne.



Bi vê mebestê dê şanda Amerîkî ya ku beşek ji hêza erkê ya hevbeş e jî were Tirkiyê.



Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu, piştî serdana xwe ya Amerîkayê ya serê vê mehê ragihandibû ku dê Hêza Erkê ya hevbeş, dest bi civînan bike.



Piştî daxuyaniya Çavuşoglu, hêza erkê ya hevbeş, yekem civîna xwe di 6ê Sibatê de li Amerîkayê pêk anîbû.



Hêza Erkê ya hevbeş, wek beşek ji Komxebata Sûriyê ya ku di sibata 2018an de bi hevbeşiya Amerîka û Tirkiyê hatibû damezrandin, kar dike.



Tê gotin ku di vê civînê de, dê planên vekişîna leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê, pêkanîna ‘herêma aram’ û babetên pêwendîdar bi rewşa Sûriyê re bêne nirxandin.



Rayedarên Tirkiyê, hewl didin ku ‘herêma aram’ bi kûrahiya 30 heta 40 kîlometran di nava axa Sûriyê de, li ser sînorê wî welatî yê bi Sûriyê re, bi taybet wê beşa ku dikeve Rojavayê Kurdistanê, bê pêkanîn.



Di rojên dawî yên sala derbasbûyîî de, Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara vekişîna leşkerî ya ji Sûriyê da. Piştî vê biryarê, Wezareta Bergirî ya Amerîkayê (Pentagon) ragihandibû ku hejmarek leşkerên Amerîkî, di çarçoveya hêza Hevpeymaniya Navdewletî de dê li bakur-rojhilatê Sûriyê bimînin.



Pentagonê, di derbarê ‘herêma aram’ de jî ku tê payîn, li Rojavayê Kurdistanê, li ser xeta sînorê Tirkiyê bê pêkanîn, ragihandibû ku hem hêzên Tirkiyê hem jî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dê nekevin herêma aram.



Fermandarê Hêzên Navendî yên Amerîkayê(CENTCOM) General Joseph Votel jî, di daxuyaniya xwe ya 11ê Sibatê de diyar kiribû ku dê Amerîka, di navîna meha adarê de dest bi vekişîna leşkerî bike.


Rudaw
Top