• Sunday, 15 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsya li Iraqê kir

Gulan Media February 26, 2019 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsya li Iraqê kir
Roja dûşem 25.02.2019 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Maksim Maksimov Balyozê Rûsya li Iraqê û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de ku Victor Simakov Konsolê Rûsya li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Rûsya li Iraqê silavên Serok Putin û Wezîrê Derve û Nûnerê Taybetî yê Serokê Rûsya yê Karubarê Rojhilata Navîn bi Serok Barzanî gihand û tekez li ser girîngî û pêgeha Herêma Kurdistanê li siyaseta derveya Rûsya û pêşxistina di navbera peywendiyên her dû aliyan kirin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî Serok Putin û Hikûmeta Rûsyayê kir û pêzanînên xwe ji bo helwesta Serok û Hikûmeta Rûsya ya li ser doza rewaya gelê Kurdistanê ya li qonaxên cûda cûda de hebû, her wiha pêşwaziyê jî li berfirehtir kirin û hevkariya di navbera Herêma Kurdistan û Rûsyayê kir.

Her li vê hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya navçeyê û Sûriye danustandina bîr û ramanan kirin û Balyozê Rûsya siyaset û stratejiya welatê xwe ya di derbarê pêşhat û guhertinên dawî ya Sûriye û her wiha rola Kurd li paşaroja Sûriye bi Serok Barzanî ragihand. Di derbarê vê babetê ve Serok Barzanî dilgiranî û nêrînên xwe ya di derbarê paşaroja gelê Kurd li Sûriye û çareseriyan xisterû û daxwaz jî kir ku Rûsya rola ya ji bo rêgirtin û dawî hatina bi êş û azarên gelê Kurd li Sûriye de hebê. Ji bo vê mebestê jî her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku li peywendî û şêwirîna berdewam da bin.

Peywendiyên di navbera Herêm û Bexda û çarenûsa Kerkûk û hengavên di nava proseya siyasiya Herêmê mijareke dinê vê civînê bûn.

Waar.tv
Top