Îran – Kurdekî Xurasanê hat bidarvekirin
Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, roja 20 vê mehê, li bajarokê Şîrvan yê Xurasanê, welatiyekî kurd bi navê Mocteba Mîrzade hat bidarvekirin.
Li gorî agahiyan, ew welatiyê kurd, ku xelkê bajarê Esferayen yê Xurasanê bû û sala 2017 bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin û fermana mirina wî hatibû dayîn.
Basnews
