• Sunday, 15 February 2026
logo

‘Di destpêka şerê DAIŞê de Hollande baweriya xwe bi Serok Barzanî anî’

Gulan Media February 26, 2019 Nûçe
‘Di destpêka şerê DAIŞê de Hollande baweriya xwe bi Serok Barzanî anî’
Endamê Mekteba Siyasê yê PDKê Hoşyar Zêbarî dibêjê serdana serokê berê yê Fransayê bo Hewlêrê careke dikin giringiya jinavbirina terorê îsbat kiriye.

Duhê êvarê serokê berê yê Fransayê Francois Hollande bo serdanekê hat Hewlêrê paytextê herêma Kurdistanê. Francois Holande îro ligel Serok Barzanî civiya. Hoşyar Zêbarî ji rûpela xwe ya ya tora civakî ji twitterê derbarê serdana Francois Hollande wiha nivîsand: “Serdana îro ya serokê berê yê Fransayê Francois Hollande bo Hewlêrê rêberkirin bo jinavbirina DAIŞê giring e.”

Herwiha Zêbarî wiha nivîsandiye: “Dema DAIŞê êrîşî Herêma Kurdistanê kir di sala 2014an de, ew yekem kes bû ku peywendî bi Serok Barzanî re kir û baweriya xwe bi wî anî.

Basnews
Top