• Friday, 20 February 2026
logo

Li mizgeftên Herêma Kurdistanê nimêja cenazeyê ji bo qurbaniyên erdhejê tê kirin

Gulan Media February 9, 2023 Nûçe
Li mizgeftên Herêma Kurdistanê nimêja cenazeyê ji bo qurbaniyên erdhejê tê kirin

Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê û Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê biryar dan, nimêja cenazeyê ji bo kesên ku li Bakurê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê di erdhejê de canê xwe ji dest dane, bikin.

Li gor biryarê, roja Înê 10ê Sibata 2023an, piştî nimêja Înê, nimêja cenazeyê were kirin û ji bo başbûna birîndaran dua were kirin.

Sibeha 6ê Sibata 2023an li navçeya Pazarcix a Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li gor amarên fermî, heta niha 9 hezar û 57 kesan canê xwe ji dest dane û 52 hezar û 979 kes birîndar bûne.

Herwiha ji ber erdhejê li bajarên Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojavayê Sûriyê jî hejmarek mezin ji avahiyan hilweşiyan û li gorî amarên ne fermî jî, zêdetir ji hezar kesî canê xwe ji dest dane

 

K24

Top