Dr. Necmedîn Kerîm: Guruba xiayanetkar rondikên tîmsahan dirêjin
Kerîm da zanîn, eger ku parêzgarê Kerkuk çi ji kesên Yekêtiya Niştîmanî Kurdistan YNKê, yan ji Partiya Demokratî Kurdistan PDKê be tiştek nayê guhertin.
Kerîm bi şêweke sergirtî rexneyan li YNKê digire, ku berî niha endamê polîtbîrûya heman partiyê bû. Dr. Necmedîn dide dazîn ku gruba 16î Oktoberê di sala 2017ê li Kerkuk xiyanet kirîye, her ew kes bûn sedema alozbûna rewşa Kerkukê û wan rewşa Kerkukê gihand vê rojê. Kerîm dîsan dibêje, lê niha heman grub rundikên tîmsahan bo Kerkukê dirêjin.
Kerîm radigehîne ku wî niha tu girêdanên hizbî nemane, ew kesekî serbixwe ye, lê dibêje niha PDK weke mezintirîn partî karekî baş dike dema li gel hemû partiyan danûstendinan dike, lê divê rê neyê dayîn ku her kesekî xiyanet kir û leşkerkêşiya serdestan kir, car din bihên beşdarî hikûmetê bibin.
Basnews
