Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Êlihê ofîsa xwe vekir
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) û Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, li ser xebatên xwe yên ji bo hilbijartinên xwecihî yên di çarçoveya Tifaqa Welatperwer û Demokrat de berdewam in.
Di çarçoveya xebatên xwe de, îro herdu partiyan ofîsa Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Êlihê vekirin.
Di merasîma vekirina ofîsê de, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, Cîgirê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel, Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Nurullah Timur, namzedên Serbixwe yên Tifaqa Welatperwer Sait Aydogmuş, Abdulkadir Demir, Şeyhmus Unal, Zeki Ekinci û gelek siyasetvanên Kurdistanî; rêvebir, endam û alîgirên PAK û PSKê amade bûn.
Tevî vekirina ofîsê, di merasîmê de namzedê serbixwe yê Welatperwer û Demokrat ê Êlihê, Feyyaz Ekmen jî hat nasandin.
Merasîm bi sirûda netewî ya Ey Reqîb û bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir. Di destpêka civînê Endamê Meclîsa PAKê, Siraç Kirici bi xêr hatina beşdaran kir û di derbarê xebata Tifaqa Welatperwer û Demokrat de kurte axaftinek kir.
Paşê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelik, Cîgirê Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel û namzedê serbixwe yê Batmanê Feyyaz Ekmen,di derbarê armanc, girîngî û rola Tifaqa Welatperwer û Demokrat de axivîn.
Piştî merasîma nasandina namezdên serbixwe yên tifaqê, serkirde û nûner û herwiha namzedên Tifaqa Welatperwer û Demokrat li gel girseyeke mezin ji hola danasînê heta Buroya Hilbijartinê ya Namzedê Serbixwe yê Êlihê li gel girseyeke mezin meşiyan.
Rudaw
