• Sunday, 15 February 2026
logo

Xapîneran li ser navê wezîrekî Fransî 80 milyon Euro dizîn

Gulan Media February 25, 2019 Nûçe
Xapîneran li ser navê wezîrekî Fransî 80 milyon Euro dizîn
Hate ragihandin ku tîmeke xapîner a Frensî, bi ser navê Wezîrê Derve yê Frensa Jean-Yves Le Drian, ji 40 welatan nêzîkî 150 kesên dewlemend xapandine û bi qasî 80 milyon Euroyî ji wan kesan wergirtine.



Li gor medyaya Fransayê, ji wê tîmê kesekî xwe wek Wezîrê Derve yê Frensayê, Jean-Yves Le Drian daye nasîn û bi kesayetên dewlemend ên ji 40 welatan re bo wergirtina pereyan ketiye têkiliyê.



Wî kesê ku xwe wek Wezîrê Derve yê Frensayê, Jean-Yves Le Drian daye nasîn, ji dewlemendan û bazirganan re gotiye ku, “terorîstan ji bo rizgarkirina rojnamevanên Fransî yên ku ji aliyê wan ve dîl hatine girtin, pere xwestine, lê belê dewleta Frensayê bi fermî nikare pere bide terorîstan û ji ber wê yekê ew alîkariyê dixwazin”, û bi vê egerê pere ji wan wergirtine.



Tê gotin ku xapîneran, ji bo kesên ku bi vê egerê qanî nebûne jî, jûreke bi şêweyê jûra wezîr amade kirine, maskê Wezîrê Derve yê Fransayê, Jean Yves Le Drian li rûyê kesekî kirine û wî kesî wek xwe weke Le Drian nîşan daye û hewl daye ku wan kesan qanî bike.



Kesê bi pereyê herî pir hatiye xapandin ji Tirkiyê ye



Tê gotin, kesê ku herî zêde pere daye wan xapîneran, karsazekî ji Tirkiyê yê bi navê Înan Kiraç e ku Serokê Lijneya Rêveber a Holdînga Kiraçê ye. Xapîneran ji wî karsazê Tirkiyê 4.1 milyon Euro pere wergirtine.



Hate ragihandin ku İnan Kiraç, ji hesabên xwe yên bankî yên li Çînê pere şandiye hesaba tîma xapîner.



Li gor angaşta medyaya Fransî, xapînerê ku xwe wek wezîrê Frensî Le Drian daye nasîn, kesek bi navê Gilbert Chikli ye ku bi eslê xwe Îsraîlî ye.

Rudaw
Top