• Sunday, 15 February 2026
logo

Soylu: Em dê belgeyên li ser peywendiyên Amerîka û PKKê aşkere bikin

Gulan Media February 25, 2019 Nûçe
Soylu: Em dê belgeyên li ser peywendiyên Amerîka û PKKê aşkere bikin
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê ragihand, ew dê belgenameyên derbarê peywendiyên navbera generalên Amerîkî û PKK/ PYDê de eşkere bikin.



Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Soleyman Soylu ragihand, di rojên pêş de ew dê belgenameyên derbarê peywendiyên navbera generalên Amerîkî û PYDê de eşkere bikin ku li gorî wan belgenameyan diyar dibe, çi core peywendiyek di navbera wan de hebûye , Amerîka çawa PYD îdare kiriye û çi diyariyek daye wan û ew bihêz kirine.



Soylu got, hin berpirsên pilebilind ên PKKê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine girtin, îtiraf bi tevahiya wan tiştan kirine û tekez kir, di derbarê pêwendiyên berpirsên leşkerî yên Amerîkayê û PKKê de gelek belge di destê Tirkiyê de hene.



Li ser van gotinên Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê, hêj ti berpirsên siyasî-leşkerî yên Amerîkayê û herwiha PKKê jî ti daxuyaniyek nedane.

Rudaw
Top