Plana nû bo parastina navçeyên Kerkûkê hat ragehandin
Lîwa Rukin Seid Herbiye tekez kir, ji bo yekxistina karê îstîxbaratî û meydanî, hemû hêzên ewlehiyê xistine bin fermandehiya navendî ya pêşkeftî ya operasyonên hevbeş.
Rukin Seid Herbiye dibêje “ew plana bo parastina navçeyên Kerkûkê”, di çend rojên bê de amade dibe.
Fermandeyê Operasyonên Hevbeş a artêşa Iraqê li Kerkûkê bal kişande ser wê yekê ku ew dê hemû hêzên ewlehiyê tevî Heşda Şeibî û Heşda Eşîran dibin fermandehiya navendî ya pêşketî de bin.
Waar.tv
