• Sunday, 15 February 2026
logo

Xezelî: Amerîka zêrên Iraqê dibe û çekdarên DAIŞê dişîne

Gulan Media February 25, 2019 Nûçe
Xezelî: Amerîka zêrên Iraqê dibe û çekdarên DAIŞê dişîne
Emîndarê Giştî yê Tevgera Esaîb Ehlûl Heq, Qeys Xezelî Amerîkayê tometbar dike ku zêrên Iraqê didize û çekdarên DAIŞê vediguhêze nav wî welatî.



Qeys Xezelî di peyamekê de li ser tora civakî ya Twitterê ragihand: “Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîkayê li Iraqê zêran dibe û çekdarên biyanî yên DAIŞê jî vediguhêze Iraqê.”



Xezelî yek ji wan berpirsên Iraqî ye, ku bi berdewamî daxwaza derketina hêzên Amerîkayê ji Iraqê dike û gefan li hêzên Amerêkî dixwe, eger ku ji Iraqê dernekebin.



Roja şemiyê 23ê Sibatê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hejmareke din ji çekdarên DAIŞê yên bi esil Iraqî radestî hêzên ewlekariyê yên Iraqê kirin ku di operasyona kontrolkirina pêgeha dawî ya çekdarên DAIŞê de li rojhilatê Sûriyê , şervanên HSDê ew çekdar girtibûn.



Qayimeqamê bajarê Rumadî li parêzgeha Enbarê, Îbrahîm Osêc jî ji Rûdawê re ragihand: “Li gor rêkevtina navbera Sûriyê û Iraqê, heta niha 250 çekdarên DAIŞê ku piraniya wan bi regez Iraqî ne û ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatibûne girtin, radestî hêzên Iraqê hatine kirin.”



Îbrahêm Osêc herwiha got: “Îro yekşemî ew çekdarên DAIŞê gihîştin bajarê Bexdayê û li cem Saziya Dijeterorê girtî ne, piraniya wan jî Iraqî ne û xelkê parêzgeha Enbar û parêzgehên din in.”



Li aliyekê din, li hember daxwazên Qeys Xezelî ji bo derketina Amerîka ji Iraqê, parlementerê Hevpeymaniya Nesir a bi serokatiya Heyder Ebadî, Casim Eliyawî daxwaz dike ku “bi şêweyekê erênî û weke hevpeyman di proseya avedankirin û sepandina ewlehiyê de, serederî li gel Amerîkayê bê kirin, çimku hebûna Amerîkayê di vê qonaxê de gelek giring û pêwîst e, ji ber ku Rojhilata Navîn seqamgîr nîne.”



Casim Eliyawî da xuyakirin: “Pêwîst e Iraq bi awayekê erênî serederiyê li gel hebûna Amerîkayê bike, ji ber ku mifteya avedankirin û pêşkevtin û hilberînê ye, herwiha pêwîst e weke dost serederî li gel (Amerîka) bê kirin, çimku welat di qonaxa şer re derbas dibe.”



Wî parlementerê Hevpeymaniya Nesir tekez jî kir ku bi sedema “lawaziya hikûmetên Iraqê û rêveberiya şaş a desthilatdaran, DAIŞ derbasî nav Iraqê bû, lê belê niha Iraq bi alîkariya hêzên Amerîkayê, nêzîk e ku ewlehiyê li navçeyê kontrol bike.”



Bi gotina Casim Eliyawî, “paşxistina yekalîkirina herdu postên Wezareta Navxwe û Wezareta Berevaniyê bandoreke nerênî hebûye li ser dosyeya ewlehiyê li Iraqê.” Eliyawî amaje bi wê yekê jî kir ku “piştî rûxana DAIŞê, Iraq derbasî qonaxeke nû bûye û amerîkiyan jî di alîkarîkirina wan de xwedî roleke bilind bûne.”

Rudaw
Top