Golparêzê Yenî Malatyasporê di erdhejê de jiyana xwe ji dest da
Golparêzê Yenî Malatyasporê Ahmet Eyûb Turkaslan ku di erdhejê de di bin kavilan de mabû jiyana xwe ji dest da.
Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 deqe erdhejek bi hêza 7.7 pile ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû çêbû û di serî de li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bi tundî hest pê hat kirin.
Piştî erdheja yekem, a herî mezin bi pileya 7.6 nêzîkî 100 erdhejên din çêbûn. Îro demjimêr 13:24 navenda wê navçeya Elbistanê ya Mereşê erdhejek bi pileya 7.6 çêbû.
Hat zanîn ku di erdhejê de golparêzê tîma Yenî Malatyasporê Ahmet Eyûb Turkaslan jî di bin kavilan de maye. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê piştî demjimêrna xwe gihandin cenazeyê Turkaslan.
Di nûçeya Pusula a çapemeniya herêmî ya Dîlokê de hat ragihandin ku hevjîna Turkaslan bi saxî ji bin xirbeyan hatiye derxistin.
Tîma Yenî Malatyasporê li ser hesabê xwe yê fermî di parvekirina xwe de got "Duayên me bi we re ne..."
Rudaw
