• Sunday, 15 February 2026
logo

Nameyên Serok Baranî û Kusret Resûl aloziyên navbera PDK û YNKê sar dikin

Gulan Media February 25, 2019 Nûçe
Nameyên Serok Baranî û Kusret Resûl aloziyên navbera PDK û YNKê sar dikin
Piştî nameyên di navbera Serok Barzanî û Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl de, alozî û girêkên di navbera PDK û YNKê de ber bi vebûnê ve diçin. Çavdêrên siyasî jî daxwaz ji her du aliyan dikin bane daxwazên xwe nizim bikin bo pirsgirêk çareser bibin.

145 roj bi ser encamdana hilbijartinan re derbas dibe, ji bilî hilbijartina Desteya Serokatiya Parlemantoya Kurdistanê, ti gaveke bo pêkanîna hikûmeta Herêma Kurdistanê din nehatiye avêtin. Piştî nameyên di navbera Serok Barzanî û Kusret Resûl de, pêkanîna hikûmetê nêzîk kiriye. Çavdêrekî siyasî yê Nêzîkî YNKê dibêje, piştî wan nameyan, qonaxeke nû ya guftûgoyan dest pê dike.

Çavdêriyê siyasî yê nêzîkî YNKê Tariq Cewher dibêje: “Hêvîdar im nameyên di navbera Serok Barzanî û Kusret Resûl de ku Polîtburoya YNKê jî li ser wê nameyê civiya ye, bibe sedema qonaxeke nû, ji bo careke din DPK û YNKê vegerin serdema bi hev re rêveberiya Herêma Kurdistanê dikirin û biryarên çarenivîsî derdikirin.”

Herwiha got: “Heger PDK û YNKê bane daxwazên xwe nizim bikin, dikeve berjewendiya xelkê Kurdistanê, lê pêwîst e hevsengî û nermiyê diyar bikin û berjewendiyên Herêma Kurdistanê li ber çav bigirin.”

Piştî civîna Parlemantoya Kurdistanê, YNKê berûvajî rêkeftina bi PDKê re, nerîna xwe guhart û got dê daxwazên wan ên din jî hebin, bi taybet li ser postan, lê bi nerîna çavdêran, ev daxwazên YNKê pirsgirêkan kûrtir dike û dibêjin, pêwîst e guftûgo ji cihê ku rawestiyan e destpê bikin.

Çavdêrê siyasî yê nêzîkî PDKê Medhet Silêman dibêje: “YNK gihîştiye wê rastiyê ku danûstandin û guftûgo ji hemû riyên din baştir e, ji ber ku bandora wê li ser aramiya siyasî, aborî û civakî ya Kurdistanê dike.”

Herwiha dibêje: “YNKê karekî nake ku bi xwe zirarê jê bibîne, lê ew pêdagîriyê li ser postên bilind bikin, ew yek li Parlemantoya Kurdistanê tê yekalîkirin.”

Top