Li Hema 20 kes di teqînekê de mirin
Ajansa “SANA” a Sûrî belav kir, îro li geliyê Ezîb li nêzîkî bajarokê Selemiyê yê parêzgeha Hemayê bombeyek bi otombîleke veguhastina karkeran de teqîya û di encamê de 20 kesên canê xwe jidest dan.
Da zanîn jî, di dema dawiyê çendîn car in bombeyên ji paşmayên DAIŞê mane, bi karkerên ku Kimê li derdora Selemiyê digerin de diteqin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.
K24
