• Sunday, 15 February 2026
logo

Berpirsekî kurd yê hikûmeta Iraqê ji ber nexweşiyê wefat kir

Gulan Media February 24, 2019 Nûçe
Berpirsekî kurd yê hikûmeta Iraqê ji ber nexweşiyê wefat kir
Berpirsekî kurd yê hikûmeta Iraqê ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest da.

Wekîlê Wezareta Rewşenbîrî ya Iraqê Fewzî Etroşî, îro danê sibê ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest da.

Fewzî Etroşî, ku navê wî yê rast Fewzî Ezîz Mîrza bû, sala 1953 li nahiya Etroş ya Duhokê ji dayîk bibû.

Fewzî Etroşî, beşa hiqûqê li zankoya Bexdayê û beşa hiqûqa navdewletî jî li zankoya Sofiya ya Bulgaristanê xilas kiribû.

Ew siyasetmedarê kurd, ji sala 1986 heta sala 2001, berpirsê PDKê yê Ewropa bû, paşê bû berpirsê medyaya PDKê li derveyî welat.

Fewzî Etroşî mideyekî jî berpirsê rojnameya Xebat (organa PDKê) bû li Londonê. Wî ji bilî zimanê kurdî, zimanên erebî, înglîzî, almanî, îspanî û bulgarî jî dizanî.

Etroşî helbestvan jî bû û çend berhemên wî yên helbestan jî hatine çapkirin.

basnews
Top