Parlementoya Tirkiyê serokekî/a nû hildibijêre
Li gorî medyaya Tirkiyê, endamên parlementoya Tirkiyê îro saet 12:00 dicivin û serokekî/a nû bo parlementoyê hildibijêrin. Ji ber ku serokê parlementoya Tirkiyê Bînalî Yildirim ji ber ku bibû namzedê AKPê yê şaredariya Stenbolê, ji serokatiyê îstifa kiribû.
Bo serokatiya nû 4 namzed hevrikiyê dikin:
Namzedê AKPê: Mustafa Şentop. MHP dê piştgiriya namzedê AKPê bike ji ber wê jî ti namzedek destnîşan nekiriye.
Namzedê CHPê: Engîn Altay
Namzedê Îyî Partiyê: Îmam Husên Filîz
Namzeda HDPê: Serpîl Kemalbay
Ji ber ku piraniya endamên parlementoya Tirkiyê, endamên AKPê ne, tê texmînkirin ku namzedê AKPê Mustafa Şentop bibe serokê nû.
Bînalî Yildirim, roja 12 Tîrmeha par bibû serokê parlementoyê û roja 18 vê mehê jî dest ji serokatiyê berdabû.
Basnews
