• Sunday, 15 February 2026
logo

Li gorî yasayên Almanayê çekdarên Almanî yên DAIŞê dikarin vegerin

Gulan Media February 23, 2019 Nûçe
Li gorî yasayên Almanayê çekdarên Almanî yên DAIŞê dikarin vegerin
Pêgeha dawî ya DAIŞê hat kontrilkirin û niha mijara wergirtin çekdarên dîl yên di destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, ji i aliyê welatên wan ve, bûye cihê niqaşan.



Li Almanyayê li gor yasayan kesên tevlî DAIŞê bûne dikarin vegerin welatê xwe lê derbarê wan de karên yasayê dê bêne kirin.



Parlamenterekî Almanyayê ji Rûdawê dibêje ew çekdarên DAIŞê yên alman ku dê bêne vegerandin metirsîdar in û divê di bin çavdêriyeke herdemî de bin.



Wezîrê Navxwe yê Herêma Nordrhein Westfallen Herber Reul got li gor yasa û destûrê, hikûmeta Almanya nikare rê li ser vegera wan çekdarên DAIŞê bigire, ku bi xwe xwediyê nasnameyên Almanî ne û di dema berê de çûne Sûriyê û tevlî DAIŞê bibûn û niha jî li cem Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Rojavayê Kurdistanê girtî ne.



Ev yek jî di demkê de ye ku welatên Ewropa, li ser daxwaza Amerîka ji bo wergirtina wan çekdaran, hev nerîn nînin.



Wezîrê Navxwe yê Herêma Nordrhein Westfallen Herber Reul wiha got: “Em hejmara wan kesên ku çûne bi temamî nizanin çend kes in û çend di zindanan de ne. Hûn dizanin behsa hijmarekê tê kirin, ku ji du beşan pêk tê. Li Herêma Nordrhein Westfallen yek li ser çar wan kesan li xwe digire, tiştekî zelal e, ku ew çekdarên nasnameya Almanî heye, em nikarin wan red bikin, mafê wan e bên Almanya.”



Perleman û perlemantarên Almnayayê jî bi vê pirsê ve mijûl bûne.



Derbarê vê mijarê de Endamê parlamentoya Almanyayê Hartmut Ganze ji Rûdawê re wiha got: “Weke yasanasek me xwandî ye ku divê li yasayê vegerîn û eger li yasayê binêrîn şert û mercên zor taybet ên heyîn ji bo nasnameya Almanyayê ji kesekî bê standin û em bawer dikin ew şert û merc di piraniya wan halan de nînin û pêşwext jî dirust nîne em bêjîn divê nasnameya wan bê standin. Lewma jî em wek dewlet dibêjîn, divê em xemê ji wan kesên tên bixwin ku ne li Almanya û ne li herêma Nordrhein Westfallen metirsyê dirust bikin”

Rudaw
Top