• Sunday, 15 February 2026
logo

Derketina xelkê sivîl û çekdarên DAIŞê ji Baxozê berdewam e

Gulan Media February 23, 2019 Nûçe
Derketina xelkê sivîl û çekdarên DAIŞê ji Baxozê berdewam e
Li çola Baxoza rojhilatê Dêre Zor a Sûriyê, piştî ku HSDê korîdorên mirovî ji sivîlan re vekirin, bi rêya 36 barhilgiran xelk ji meydana şer derketin.



Bi hezaran endam û çekdarên DAIŞê li çola Baxozê hatine komkirin, mêr ji jinan hatine veqetandin, şervanên HSDê çavdêrî û pişkinîna wan dikin, sivîl û çekdar di rewşeke gelek xerab de dijîn.



Çekdarekî DAIŞê yê bi navê Mihemed Erefat dibêje: “Ne xwarin, ne av, tiştek li ba me tune ye, gelekî zehmet e ku em li jiyanê bimînin, niha rewş dibêje ku dawî hatiye, ti agahî li ser xelîfeyê ku di sala 2014an de ji bo wî hatim nînin, Xelîfe hew dikare ji niha û bi şûnde min biparêze, niha Xwedê min diparêze, ez nizanim ka wê niha çi bi min bikin.”



Baxoz pêgeha herî dawî ya DAIŞê ye li rojhilatê Dêre Zora Sûriyê, niha ew pêgeh li ser destê şervanên HSDê bi piştîvaniya Amerîkayê tê kontrolkirin, bi nerîna endam û çekdarên DAIŞê hemû tişt bidawî bûye.



Jineke DAIŞî ya bi navê Um Yûsif dibêje: “Min ji te re got, dibe ku ev zehmettirîn dem be di hemû jiyna min de, di her tiştî de, ne xwarin û ne cihê razanê li ba me hebû, cîhana Îslamê bi cezayan ve girêdayî ye, heta ku birrîna seriyan be jî, pêxember ev yek dijî kafiran ji me xwestiye, ev yek wateya wê heye.”



Hezîrana 2014an Xîlafeta DAIŞê li Iraq û Sûriyê li ser destê Ebû Bekir Bexdadî hat ragihand, bajarê Reqa wek paytexta defakto ji wê Xîlafetê re hat destnîşakirin. Îlona 2014an Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê dijî wê rêxistina radîkal hat sazkirin, bi dirêjahiya 4 salan şerê wê rêxistinê hat kirin, niha li gor fermandarên HSD û berpirsên Amerîkayê DAIŞa leşkerî di rojên xwe yên dawî de ye.

Rudaw
Top