Akar: Me ji Amerîka xwast YPG li herêma ewle nemîne
Akar di çarçoveya serdana xwe ya Amerîkayê de ji medyaya Tirkiyê re axivî û diyar kir, Amerîka dê di çend rojên pêş de vekişe û ew naxwazin piştî vekişînê valahiyeke desthilatdariyê rû bide.
Akar herwiha daxwaza cîbecîkirina nexeşereya Menbicê jî kiriye û got: “Me xwest rêkeftina Menbicê di zûtirîn dem de were cîbecîkirin. Wan jî qebûl kir. Me bibîrxist divê YPG ji Menbicê derkeve û çekên di destê wan de were standin.”
Li ser herêma ewle jî em axifîn û me got: “Divê herêma ewle were avakirin û YPG li wê herêmê nemîne. Divê Arteşa Tirkiyê û Arteşa Azad a Sûriyê ewlekariya herêma ewle bigrin.”
K24
