• Sunday, 15 February 2026
logo

Trump: Em dê hejmarek leşkerên Amerîkayê li Sûriyê bihêlin

Gulan Media February 23, 2019 Nûçe
Trump: Em dê hejmarek leşkerên Amerîkayê li Sûriyê bihêlin
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan di şerê DAIŞê de serkeftineke mezin bidest xist. Trump piştrast kir ku ew dê hejmareke hêzên xwe yên serbazî li Sûriyê bihêlin.



Donald Trump ji rojnamevanan re ragihand ku di şerê dijî DAIŞê de serkeftineke mezin hatiye bidestxistin, lê hejmareke kêm ji leşkerên Amerîkayê dê li Sûriyê bimînin û gelek kes jî heye ku ev yek li cem wan baş e.



Trump diyar kir: “Heta niha tu serokekî din ev kar nekiriye, ez bi şev û roj li vir dimînim, di heman demê de jî hûn dizanin ku me serkeftineke mezin di şerê dijî DAIŞê de bidest aniye.”



Serokê Amerîkayê destnîşan kir: “Em karên xwe bi awayekî gelekî baş dikin, herwiha Lindesey Grahama û hejmarek mezin ji berpirsan pîrozbahî li min kirin, ew jî li hermber wê serkeftina mezin ku me li dijî xilafetê bidest xistiye, lê di heman demê de em dixwazin hejmareke ji leşkerên xwe li wir bihêlin, bêguman wê hejmareke gelekî kêm bimîne, lê hejmareke mezin ji kesan bi vê yekê re ne.”



Donald Trump diyar kir: “Me di sala 2015an de hejmareke mezin ji leşkerên xwe li wir bicih kiribû, di heman demê de jî me berê leşkerên xwe da eniyên şer li Iraqê jî, ez wisa dibînim ku me karekî gelekî baş kir û serkeftineke gelekî mezin bidest xist û me karîbû em vê xîlafetê bişkînin.”



Trump eşkere kir: “Di 3-4 hefteyan de min evqas kar kir, ku serokê din nikarîbûn, di çend salan de bikin.”


Top