• Sunday, 15 February 2026
logo

Rayedarên Rojavayê Kurdistanê pêşwazî li biryara Amerîkayê dikin

Gulan Media February 23, 2019 Nûçe
Rayedarên Rojavayê Kurdistanê pêşwazî li biryara Amerîkayê dikin
Rayedarên Rojavayê Kurdistanê bi giringî li biryara hikûmeta Amerîkayê ya li ser hiştina hejmarek leşkerên xwe li Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên bakur û rojhilatê Sûriyê dinêrin.



Rayedarên Rojavayê Kurdistanê dibêjin ku hiştina leşkerên Amerîkayê bandoreke mezin li ser deverên bin destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dike û rê li ber çêbûna valahiya ewlehiyê digre.



Ew amaje bi wê yekê dikin, dibe ku ev pêngava Waşintonê bibe sedema wê yekê ku esmanê deverên wan di bin kontrola Amerîkayê de bimîne û welatên Ewropayê jî biryar bidin ku hejmarek leşkerên xwe li Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên di bin desthilata HSDê de bihêlin.



Hevserokê Ofîsa Peywendiyên Derve yên Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer ragihand: “Em biryara Serokê Amerîkayê bi erênî dinirxînin. Dibe ku ev biryar welatên Ewropayê teşwîq bike ku hêzên xwe li herêmê bihêlin, bi taybetî hevbeşên me yên di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî Terorîzmê de.”



Ebdulkerî Umer diyar kiriye, bawerî wisa ye ku mana hêzên rojavayî dê bibe teşwîq û amrazeke guvaşê li ser Şamê, daku bi cidî hewl bide ku bi mebesta çareserkirina qeyrana Sûriyê diyalog encam bide.”



Dîplomatên Ewropayê jî ragihandin ku heta niha nayê zanîn ku gelo welatên Ewropayê hêzên xwe yên leşkerî li Sûriyê dihêlin an na.



Îro Berdevka Koşka Spî ragihandibû ku piştî vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, dê 200 leşkerên Amerîkayê li Sûriyê bimînin.


Rudaw
Top