Şêx Himêdî: Rûsya naxwaze pirsgirêk li Cizîrê derkevin
Di konferanseke rojnamevanî de, ku li Rojavayê Kurdistanê li bajarokê Til Koçer hate sazkirin, Şêx Himêdî Deham El-Hadî, ku weke hakimê hevbeş yê kantona Cizîrê tê naskirin û di heman demê de Berpirsê Giştî yê Hêzên Senadîd e û mezinê eşîra Şemmer e li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, bal kişande ser wê yekê, ku pêdiviya Rêveberiya Xweser bi qebûlkirina Şamê heye û got ku Rûsya hewl dide ku pirsgirêk li herêma Cizîrê dernekevin.
Piştî bidawîhatina konferansê Şêx Himêdî Deham ji Tora Medyayî ya Rûdaw re da xuyakirin, ku ew hewl didin ku êl û eşîran ji şer û gelaciyê dûr bixin û li deverê roleke erênî bilîzin.
Şêx Himêdî Deham Hadî got: “Ti rola Rêveberiya Xweser di vê pirsê de tine ye, serdanên min jî li gor bingeha eşîriyê bûn, ku dê êl û eşîr bi çi rolê rabin daku şer û pevçûn li Sûriye û Iraqê bidawî bibin, bi tevahî ev e.”
Şêx Himêdî herwiha diyar kir: “Divê êl û eşîr di şerxwaziyê de neyên bikaranîn û destê wan ê xêrê di nehiştina gelaciyê de hebe, ez bi xwe jî eşîr im û ev sînorê min e, her di vê çarçoveyê de jî rêz û silavê min ji Kurdistanê û ji xelkê wê re û di serî de Serok Mesûd re heye.”
Rudaw
