• Sunday, 15 February 2026
logo

Seidî Pîre naveroka civîna polîtburoya YNKê aşkera kir

Gulan Media February 23, 2019 Nûçe
Seidî Pîre naveroka civîna polîtburoya YNKê aşkera kir
Endamê polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre, hûrgiliyên civîna polîtburoya YNKê aşkera kir.

Seidî Ehmed Pîre îro 23.02.2019ê ji BasNewsê re ragehand, civîna polîtburoya YNKê dê li Silêmaniyê pêkbê.

Pîre aşkera kir ku babetên civînê li ser pêkanîna hikûmetê, pirsgirêkên piştî 18ê Sibatê, guhertina bernameya YNKê ya ji bo beşdarbûna li hikûmetê dê di civîna polîtburoyê de bên gotûbêj kirin.

Li gor gotinên Seidî Ehmed Pîre YNK pêbend dimîne bi rêkeftina 05.02.2019ê û esasê babetê bername û siyaset e.

Basnews
Top