Protokola Tifaqa Partî û rexistinên Kurdî û HDPê hat imzakirin
Serokê Partiya Demokrata Kurdistana Tirkiyê Mehmet Emîn Kardaş û Hevseroka HDPê Perwîn Buldan axaftin kirin û gotin: “Ev Tifaqa me wê yêkitiya Kurdan xurt bike û ji bo vê bibe gaveke baş. Herwiha ewê tesireke baş di hilbijartinê de li ser rojavayê Tirkiyeyê ji bike. Em bawerin emê qeyyuman ji bajarên xwe rêkin.
Ji aliyê din ve hinek endamên PDK-T ê dibêjin em vê protokolê qebul nakin û Memet Emin Kardaş ser navê xwe biryara dide. Hejayê gotinê ye ku 31 Adarê hibijartinên şaredarîyê wê pêkbên. Kar û xebatên partî û tifaqa ji ji bo hilbijartina berdewamdikin.
Waar.tv
