• Friday, 20 February 2026
logo

Şandeya PDKê serdana Tevgera Gorran kir

Gulan Media February 2, 2023 Nûçe
Şandeya PDKê serdana Tevgera Gorran kir

Îro di berdewama civînên PDKê yên li bajarê Hewlêrê de, şandeya PDKê serdana binkeyê Tevgera Gorran kir.

Şandeya PDKê pêkhatiye ji endamên Polîtburo û Komîteya Navendî, ku Mehmûd Mihemed, Cehfer Êmînkî, Piştîwan Sadiq, Vala Ferîd, Arî Nanekelî, Sasan Ewnî û ji aliyê rêveber û şandeya Tevgera Gorran a di serokatiya Mistefa Seyid Qadir û bi amadebûna Dana Ebdulkerîm, Kiwêstan Mihemed, Bextiyar Ewlî û Kardo Mihemed ve pêşwazî li şandeya PDKê hat kirin.

Armanca civînê behs û gotûbêjên li ser helbijartinên pêş ên Parlamentoya Kurdistanê û rewşa siyasî ya Kurdistanê ye, ku PDK li gel hemû aliyan gera civîn û danûstandinan daye destpê kirin ku bi wî awayî çareserî ji pirsgirêkên ku heyî re bê danîn e.

 

Basnews

Top