• Sunday, 15 February 2026
logo

Li Kobanî teqînek çê bû

Gulan Media February 22, 2019 Nûçe
Li Kobanî teqînek çê bû
Li gor jêderên taybetî ji Rojavayê Kurdistanê, îro di nava baregeheke Yekîneyên parastina gel (YPG) de teqînek çê bûye.

Jêder diyar kirin ku teqîn li baregeha YPGê ya li gundê Korbînkar a ser bi Kobanî jiber sedemeke nediyar çê bûye û di encama teqîna han de 5 şervan canê xwe ji dest dane û şervaneke din jî birîndar bûye.

Heta niha YPG derbarê vê teqînê de ti daxuyanî belav nekiriye.
Top