Li Kobanî teqînek çê bû
Jêder diyar kirin ku teqîn li baregeha YPGê ya li gundê Korbînkar a ser bi Kobanî jiber sedemeke nediyar çê bûye û di encama teqîna han de 5 şervan canê xwe ji dest dane û şervaneke din jî birîndar bûye.
Heta niha YPG derbarê vê teqînê de ti daxuyanî belav nekiriye.
