Hejmarek Hozên Ereb: Em piştevaniya Operasyona Tirkiye dikin
Îro Hejmarek Serok Hozên Ereb ên Parêzgehên Reqqe, Dêrazorê û Hesekê li gundê Sîco yê Îzazê civiyan û piştevaniya xwe ji bo gefên Tirkiyê li ser Rojhelatê Firatê ragehandin. Diyar kirin, ew dê li dijî HSDê, YPGê, DAIŞ û Rejîma Sûriyê şer bikin û Rojhilatê Firatê kontrol bikin.
Serokê Hevpeymaniya Niştîmanî ya Opozisyona Sûriyê Ebdulrehman Mistefa amade bû û ragihand, Hevpeymanî piştevaniya Encûmena Hozên Ereb dike.
K24
