Nêçîrvan Barzanî ji bo rêkeftina digel YNKê diçe Silêmanîyê
Li gorî agahîyên WAARê Nêçîrvan Barzanî cihgirê serokê PDKê dê li van du rojan bi serokatîya şandeke bilind ya PDKê seredana Silêmaniyê bike û rêkeftina 5ê vê mehê ya PDKê û YNKê li gel serkirdatîya YNKê gotûbêj bike.
Zanyarî amajê dikin PDK rijde berîya hilbijartina serokê Herêmê li nav parlamentoy li gel YNKê bigehe rêkeftina dawîyê û reşnivîsê rêkeftinê bê îmzakirin.
Waar.tv
