• Sunday, 15 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî û Serokê dezgeha Meda civiyan

Gulan Media February 21, 2019 Nûçe
Mesrûr Barzanî û Serokê dezgeha Meda civiyan
Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Serokê dezgeha Meda ya ragihandin, rewşenbîrî û hunerî Fexrî Kerîm kir.

Di civînê de behsa lez kirin di pêngavên ava kirina hikûmeta nû ya Kurdistanê hate kirin jiber ku ev yek girêdayî jiyana rojane ya welatiyan û prosesa demokrasiya Kurdistanê ye.

Di heman civînê de tekezî li ser yekxistina karîn û helwesta aliyên siyasî yên Kurdistanê bo derbas kirina vê pêvajoya han û destpê kirina pêvajoya nû hate kirin.

Di beşeke din ya civînê de Mesrûr Barzanî û Fexrî Kerîm diyar kirin ku erkê serekî yê hikûmeta nû ya Kurdistanê pêkanîna reforman û sazmandehî kirina dezgehên hikûmetê ye bi awayek ku bikaribin bi awayekî çalaktir xizmetgozariyên bingehîn pêşkêşî welatiyan bikin.
Top