Li Bengladeşê şewat – Herî kêm 70 kes mirin
Şeva borî li paytexta Bengladeş-Dakkayê, agir bi avahiyeke kevn ket.
Li gorî agahiyan, agirê wê avahiyê derbasî avahiyên kêlekê jî bû û şewatek mezin qewimî.
Hat gotin ku di encama wê şewatê de herî kêm 70 kes mirine û gelek kes jî hîn asê mane, ji ber wê jî tirsa wê heye hejmara miriyan zêde bibe.
Tê gotin ku şewat heta niha jî didome lê beşek mezin jê hatiye vemirandin.
Basnews
